1. Tekst

  2. Gotar

  3. Brahîm Mehmûd
  4. Ev "Beşîkciyê" han
Ev "Beşîkciyê" han,ev,"beşîkciyê",han

Ev "Beşîkciyê" han

A+ A-

-1-
Bi rastî ez gelekî ji xwe şerm dikim, wek mirovekî bi hest, paşî wek mirovekî kurd ku dema li nivîsiyên mirovekî mirov xwedî pirensîp ku li ser kurdan, dehên pirtûk, sedên gotaran nivîsîne, bêtir ji hevdeh salan di girtîgehên rêjîma Turkiyê de maye, ji bilî gef û êş û azariyan de, kurdên me, kurdên ku têne diyarkirin wek milletek blindest û hejar in, ku dema diljenîna pênûsa wî ya ku bi tuxê xwe turk e dixwînim, ez diljenîna pêncî melyon mirovên kurd hesdikim, dengdikim, lê di gel evqas baceya giran buha ku hatiye danîn, hîna hin kurdên me hene dibêjin: Ma ev kî ye Beşîkcî lo? Ma ka çikiriye ji kurd û Kurdistanê re hê? Teqez, du tişt li vir hene wek sedeman: Yek jê ku hîç hayê wan ji kurdayetiyê tune ye, ya din, ku ta niha negihajtina wateya têgihştina netewperweriyê, ku kurdayetî di nav de ye. Gelo ma ev ya ne cihê şermezariyê ye, cihê mixabiniyê ye hêêêh?
-2-
Bê pesindarî, min gelek pirtûk xwendine, di gelek mijaran de, beramberî vê xalê, min dehên pirtûk, û hezarên gotaran belav kirine, û ta niha çend pirtûkên min li ser Beşîkcî bi xwe û yên amade dibin bo çapê hene, û min gelek nivîserên kurd û biyanî ji nêz ve naskirine. Encama ku ez gihaştime ew e: Tu kes, seranserî peyvê, ta niha lingê xwe nexistiye li lingê vî mirovê berz, yê gerdûnî, ji mirovên kurd bigre " ku ez jî di nav de me", ta çi kesê ku li ser mirovayetî diaxive û dinivîse bêyî ku ji xwe bipirse: Ma tu dizanî bê bihayê vê peyva nivîsandî, vê helwestê çiqas buhaye? Helbet ew dizane û xweş dizane çiko ewî ji mêj ve bêşa xwederbirînê azad daye û wî jî-lewra- Xwe lê daye .
-3-
Helbet hemî mirov ne weke hev in, vêja cudayetî xwe bi nav dike, lewra yek dikare di vê babetê bi xwe de li ser mirovê mirov, û li ser mirovê ne mirov û li ser mirovê ku dijî mirovan biaxive, bi watiya ku mirovê bi tov, û mirovê hov hene. Helbet kurd ji vê sîstema hizrîn ya peyger ne cuda ne, ne awarte ne, lê dema ku pirs an kêşiya kurd tête bi nav kirin, awarte bi nav dibe ku gerek kurd, mebest yên xwe wek hişyar, rewşenbîr, siyasetmedar bi cih dikin, di xwe de biramin, çiko rewşa kurdan tayebet e, ew jî hişyariyek, ronakbîriyek, reftarek siyasî, şêwazek taybet dixwaze, an xwe gelekî dixapînin ku em dûrî vê yekê ne, û jê bê par in.
-4-
Û rêjeyek başî baş ji kurdan dibêje ku Beşîkcî ava wî ne zelale, çiko bi tund li ser kurdan dinivîse bi navê rexne. Bedaxewa ev mirovên han Beşîkcî nexwendine, nasnekirne, bê wateya rexnê ji ku dest pê dike, û çawa bi rê dikive, û bi nav dibe, û li ku dirawiste wek tixûpên rexna ava, rexna azad.
Evan mirovan Beşîkcî wek mirov berçavên xweyî saxlem nekirine.
Di gelek nivîsiyên xwe de dema ku dijmin an neyarên kurdan bi nav dike, li kurdan jî dizîvire, kêmasiyên wan jî bi nav dike. Gelo eger wek Ehmedê Xanî dubare bikra ku " Kurd bê itîfaq in dayim bi terrud û şîqaq in…", ku di gelek helkeftên kurdan de têne bi lêvkirin, wê ne bi regezperistiyê navnîşan biba ye? Ev nêrînek çewt e, nêrîna nezaniyê ye.
Beşîkcî di pirtûka xwe de ya bi navê "Devlet ve Kürtler", bi wateya "Dewlet û kurd", dibêje paşî rexna wî li ser xwendvanên wî yên kurd:
"Ama kürtler, okuruyla, okumazıyla, esnafıyla, kaçakçısıyla, gerillasıyla, korucusuyla, kadınıyla erkeğiyle, yaşlısıyla, genciyle, gelenekçisiyle moderni-yle, kurnazıyla humbılıyla iyi insanlardır, hoş insanlardır.R: 88"
Bi wateya kurdî di pirtûka ku beramberî wê de hatiye:
"Lê kurd bi xwende û nexwendeyên xwe, bi esnaf û qaçaxçîyên xwe, bi gerîla û cerdevanên xwe, bi jin û mêrên xwe, bi ciwan û extîyarên xwe, bi kevneperest û modernîstên xwe û bi xasûg û tiralên xwe ve merivên baş û xweş in. R: 101".
-5-
Di dîdariya hizra netewî de ku li "Soran " li darket, li vî bajarê xweş ku di sînorên herêma Kurdistanê de ye. Ez beşdarî wê bûm, lê min xwe bextewer dît dema çavên min li Beşîkcî ket ku ew û çend hevalên xwe jî hatibûn vexwendin, û ew jî beşdar bibû wê dîdareiya ku di rojên "27-28-9-2016 " bi nav bibû. Di roja "29 "an, me xatir ji hev xwest, min destî wî mirovî maç kir, û di wêneyek hevbeş di gotarek xwe de, bi navê "Min destê Beşîkcî maç kir" belav kir.
Ew hinkofî wê maçîkirnê bû. Gelo dema mirovek tiştek xweş ji mirovekî din re dibêje, di pey re tête hembêz kirin, derbarî vê yekê: Mirovê ku ev bêtirî pêncî salên wî li ser kurd û Kurdistan dinivîse, îşkence dibe, binçav dibe, lê ta niha jî peyva Kurdistan ku bêtirî pêncî melyon kurd dixwazin ava bibe serxwebe, mirovek wisa nehêjayê vê maçîkirinê ye?
Duhok
9-8-2017


Gotinên miftehî :